Evrim Sommer

Divê li Almanyayê Lobiya Kurd Pês Bikeve

“Divê li Almanyayê Lobiya Kurd Pês Bikeve”

Berlin (RUDAW) – Hêlîn Evrîm Baba, bi eslê xwe kurd e û li dîasporayê Parlamena Meclisa Almanya ye. Xebatên xwe yên polîtîkayê li navenda kulturî û siyasî ya Ewropayê, li Berlînê dimesîne. Berlîn bajarê herî sereke yê Ewropayê ye ku kurd lê dijîn. Hêlîn Baba ku di 10 saliya xwe de ji Gimgima (Warto) Kurdistanê bi malbata xwe re berê xwe dide Berlînê, hêj di dema dibistana navîn de li hemberî polîtîkayê eleqe nîsan dide.

Ji bo naskirina nasnameya siyasî ya kurdan bi salan li Almanyayê têkosiyaye. Ji bo ku vê têkosîna xwe bi awayeke birêxistinkirî bimesîne, beriya deh salan bûye endama Partiya Sosyalîzma Demokratîk a Almanyayê (PDS). Baba, ev heft sal in di PDS’ê de parlamenter e. Baba ku di heman demê de Berdevka Jinan a Senatoya Berlînê ye, tim li hemberî nasandina weke parlamentera tirk têkosiyaye. Baba, da zanîn ku wê tim li dîasporayê weke kurd û jinek zehmetî kisandiye û pirsên me bersivandin.

Hêlîn Evrîm Baba Kî Ye?

Navê min ê rastîn Hêlîn e. Lê ji ber ku li Tirkiyeyê navên kurdî qedexe ye, malbata min navê Evrîmê jî li min kiriye. Ez di sala 1970’an de li navçeya Gimgimê ya bi ser Mûsê hatim dinê. Di sala 1980’an de ji ber sedemên polîtîk ez bi malbata xwe re neçar mam ku bêm Almanyayê. Pistî ku min dibistana seretayî û navîn qedand, di dadgehan de weke tercûmana sondxwarî xebitîm. Di sala 1999’an de, bûm endama Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) û di hilbijartinên 2006’an de, li rojhilatê qeraxa bajêr wek parlamenter hatim hilbijartin. Ez hêj endama senatoyê ya heman partiyê me. Di heman demê de berdevka senatoyê ya aborî, karên hundir û ya jina me. Ez seroka duyemîn a koma Meclisa Eyaletê ya Partiyê me. Ji îlona 2005’an ve di besa Civaknasiyê ya Zanîngeha Humboldtê de xwendekar im.

Li Almanyayê çiqas kurd hene?

Piraniya kurdên li Almanyayê, ji karker û malbatên wan ên ku ji Bakûrê Kurdistanê hatine pêk tê. Pistre ji her çar parçeyên Kurdistanê, Lubnan û Yekitiya Sovyetên berê jî kurdên koçber hatin li Almanyayê bi cih bûn. Teqrîben li Almanyayê milyonek kurd dijîn. Lê ev weke kurd nayên ravekirin.

Sedema ku weke kurd nayên nasîn çi ye?

Li Almanyayê, li ser civaka kurd xebatên zanyarî pir kêm in. Kurd wek civakên din ên koçber, di hin xebatên zanyarî de weke statîstîk derdikevin pês. Lê ew di qeydan de weke kurd na, weke welatiyê ku ji wî welatî hatine têne binavkirin. Sedema ku kurd di qeydan de weke kurd nayên naskirin, polîtIîk e. Gelek zanyar li ser kurdan xebatê dikin. Lê ji ber ku ew xebata li ser kurdan weke destdayîna karên navxweyî ya Tirkiyeyê dibînin, ev rews derdikeve holê. Di rewseke wiha de, yekcar konsolosiyên tirk dikevin dewreyê.

Hûn li welatekî Ewropayê ku herî zêde kurd lê dijîn de bi polîtîkayê re eleqedar dibin. Weke siyasetmedareke alman a bi esil kurd û siyasetmedareke jin, herî zêde hûn di polîtîkayê de rastî kîjan zehmetiyê tên?

Berlîn li Ewropayê yek ji bajarên herî zêde ku koçber lê dijîn e. Di heman demê de bajarê herî zêde ku kurd lê dijîn e. Helbet li vê derê di polîtîkayê de zehmet3i hene. Ev zehmetî herî zêde ji kurdbûn û jinbûna min pêk tê. Di serî de pirsgirêka jinên koçber, bi taybetî jî pirsgirêkên jinên kurd û pirsgirêka kurd re eleqedar dibim û heta ji destê min tê van pirsgirêkan dibim meclisa eyaletê. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi riyên polîtîk çareser bibe û Almanya di çareseriya pirsgirêkê de alîkar bibe, di nava hewldanan de me. Partiya me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pir xebat dike. Heta hatiye wê merheleyê ku partiya me di nava raya gistî ya alman de weke partiya kurd tê binavkirin.

We got partiya we “Die Linke/PDS” ji bo ku pirsgirêka kurd bi riyên polîtîk bê çareserkirin di nava gelek hewldanan de pye, ev hewldan çi ne?

Ji bo ku “Pirsgirêka kurd” bi riyên polîtîk çareser bibe, bernameyeke tijî ya partiya me heye. Li gorî vê bernameyê em hewl didin ku polîtîkaya fermî ya pirsgirêka kurd a dewletê tese bigre, ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayeke polîtîk bê çareserkirin bibe alîkar. Her wiha em hewl didin ku Almanyayê îkna bikin ku endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê encax dikare bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêk bê.

We got ji bo ku Dewleta Alman nêzikahiya xwe ya çareserkirina pirsgirêka kurd diyar bike partiya we di nava hewldanan de ye. Gelo polîtîkayeke Almanyayê ya vê pirsgirêkê heye?

Li Almanyayê yek ji mijarên ku li ser hatiye lihevkirin pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd hema hema di hemû aliyên civaka Almanyayê de eleqe dibîne. Ji sala 1980’an ve hin aliyên berfireh vê pirsgirêkê anîne rojevê û navîna sala 1980’an ve ev pirsgirêk derketiye merheleya herî jor. Di sala 1985’an de profesorên herî rêzdar ên hiqûqa cemawerî û makeqanûnê ya Almanyayê, di civîna “Sohbetên Essen“ de pirsgirêka kurd anîne rojevê. Di wê civînê de girîngiya pirsgirêka kurd a ji bo polîtîkaya navxweyî ya Almanyayê wiha hatiye ravekirin: “Em di wê baweriyê de ne ku divê tirk dîsa vegerin welatê xwe… Her wiha wisa dixuye ku dewleta Tirkiyeyê roleke weke kêmarên polonî yên li DYA, hetta weke kêmarên musevî ji bo tirkên li Almanyayê pîvaye. Nîsaneyên vê yekê hene. Pir askera ye ku em ê destûr nedin vê yekê. Li Almanyayê gelek kurd dijîn. Em tim behsa tirkan dikin. Divê bi taybetî jî em behsa pirsgirêka kurd bikin.“ Îro li Almanyayê hawirdoreke polîtîk heye ku dizane li Tirkiyeyê “kêmarên kurd“ hene û ji ber vê yekê jî projeya netewe-dewletê ya Tirkiyeyê îflas kiriye. Vê nêrîna xwe bi dengeke bilind dibêjin. Li Komara Tirkiyeyê “pirsgirêka kêmaran” heye; heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, wisa dixuye ku dê Komara Tirkiyeyê nikaribe bikeve Yekitiya Ewropayê. Her wiha heman derdor dizina ji ber ku mafê tayînkirina qedera kurdan nayê dayîn û ji ber vê yekê jî kurd ji avakirina dewleta xwe mehrûm in. Derdorên fermî yên dewletê, komên çepgir û heta komên Neo-Naziyan dizanin ku kurd “gelek mustakîl e“, di warê ziman û kulturê de tu eleqeya wan bi tirkan re tune ye. Ew vê nêrîna xwe bi dengek bilind dibêjin.

Almanya digel ku eleqe nîsanî “Pirsgirêka Kurd“ dide jî riya siyasî ji kurdan re venake. Ev helwesta Almanyayê, gelo rê li ber entegrebûna Kurdan a civakê nagire?

Li Almanayê di warê entegrebûna koçberan de pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgirêk ji polîtîkaya Almanyayê ya koçberan pêk tê. Bi taybetî jî di perwerdehiyê de zarokên koçberên biyanî bi muameleya sinifa duyemîn re rû bi rû ne. Ev muameleya sinifa duyemîn pevçûna nasname û kulturê bi xwe re tîne. Ev yek jî rê li ber girtina entegrebûna civakê ya koçberan digre. Kurd li Almanyayê ji ber Tirkiyeyê bi awayeke siyasî nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî ev helwest nahêle ku kurd entegreyê civakê bibin. Hûn bi înkarkirina siyasî ya civakek nikarin wan entegreyî civakê bikin. Hûn tenê dikarin nasnameya wann as bikin, têkilî bi wan re deynin. Li ser vê mijarê di salên dawî de gelek nîqasên cidî hene. Lê ji ber têkiliya Almanyayê ya dîrokî ya bi Tirkiyeyê re, vê yekê asteng dike. Di vê mijarê de xebata partiya me heye. Her wiha qedexebûna PKK’ê ya li welat, zirarê dide hemû kurdan. Bi vê qedexê tê xwestin ku kurd bêne krîmînalîzekirin. Divê hikûmeta federal vê qedexeyê rake. Qedexekirina PKK’ê, li ber entegrebûna kurdan a civakê astengiyek e. Digel hemû hewldanên me, me nekarî em di vî warî de hikûmeta federal razî bikin. Mixabin lobiya tirkan di vî warî de ji ya me bi tesîrtir e.

Lobiya tirkan a li Almanyayê, nahêle ku dewlet derbarê kurdan de gavên erênî bavêjin. Hûn vê yekê bi tunebûna lobiya kurdan ve girê didin?

Bi awayek belê wisa ye. Têkiliya Almanyayê ya dîrokî bi Tirkiyeyê re heye. Ev têkilî tesîreke neyînî li gavavêtinên dewletê ya derheqê kurdan dike. Saziyên sivîl ên tirk ên li welat, weke saziya sivîl a dewleta tirk dixebitin. Kes û saziyên ku bi kurdan û pirsgirêka kurd re eleqedar dibin, bi demxeya terorîstiyê re rû bi rû dimînin. Ev yek jî tesîreke neyînî li hemû gavên ku dê derheqê kurdan de bêne avêtin dike. Kurdên ku li Almanyayê dijîn di salên dawî de cîdiyeta vê yekê ferq kirin. Fêm kirin ku ew di vê civakê de mayînde ne. Girîngî didin polîtîkayê, lobiya kurdan hêj nû dest pê dike.

Hebûna kurdan a li Almanyayê digihije salên sêtsî. Hûn derengmayîna kurdan a ji bo lobiyê çawa dinirxînin?

Kurdên ku di dema duyemîn a sêtsî de hatin Almanyayê, nedifikirîn ku dê li vir bi awayek mayînde bimînin. Difikirîn ku pistî li vir hinek pere qezenç bikin û pasê vegerin welatê xwe. Digel vê yekê nifsê duyemîn û sêyemîn li vê derê mayînde man. Pistî demekê problema entegrebûnê ya kurdên ku dê li vir mayînde bimana derkete holê. Ji ber ku ev problem zêde bûn, kurd jî ji bo ku xwe bidin qebûlkirin, eleqe nîsanî polîtîkayê dan. Ev eleqe dereng jî mabe ji bo avakirina lobiya kurdan rê vekir. Lê digel vê eleqeyê jî xebatên lobiyê kêm in.

Ji bo ku lobiya kurdan li Almanyayê xurt bibe, divê kurd çi bikin?

Saziyên kurdan ên li welêt, derheqê Kurdistanê de di nava kar de ne, dixebitin. Hema hema polîtîkaya civaka kurdan a ku dê li Almanyayê bi awayeke mayînde bimînin tune ye. Ev yek jî nahêle ku lobiya kurdan bi pês bikeve û xurt bibe. Helbet dê saziyên kurd derbarê polîtîkaya Kurdistanê de xwedî helwest bin. Lê divê bibînin ku ew ê li vir mayînde jî bin. Ger ev yek pêk bê, dê lobiya kurdan bi pês bikeve û dê kurd derbarê polîtîkaya Almanyayê ya li hemberî kurdan de roleke diyarker bilîzin. Tisteke din jî divê kurdên li Almanyayê dijîn, girîngî bidin welatîbûna Almanyayê. Hewce ye bibin endamên partiyên alman. Ger kurd vê yekê bikaribin pêk bînin, pêsiya lobiya kurdan dê bi xwe vebe.

Li Almanyayê cara yekemîne ku biyaniyek wek hevserokê Partiya Keskan tê hilbijartin. Ev guherîna polîtîk a li Almanyayê gelo nîsaneya guhertina polîtîkaya li hemberî koçberan e?

Hilbijartina Barak Obama a li DYA’yê, li Almanyayê jî pirsa Serokwezîrbûn û Serokatiya Partiyê anî rojevê. Gelek hate nîqaskirin. Di demeke ku ev nîqas hatin kirin de, Partiya Keskan kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de Cem Ozdemîrê ku bi eslê xwe tirk e, wek hevserokê partiyê hate hilbijartin. Weke kut ê zanîn li Almanyayê cara yekemîn koçberek wek parlamenterê parlamentoya federal hatibû hilbijartin. Ev parlamenter Cem Ozdemîr bû. Partiya Keskan gaveke bi pêsvetir avêt û Ozdemîr kir hevserokê partiyê. Ev pêsveçûneke dilxwesiyê ye. Êdî koçberên ku li Almanyayê dijîn dan nîsan ku ew li vir mayînde ne. Divê kurd jî vê yekê wek mînak bigrin.

Ismet SIVEREKLI – Rudawnet

http://zinarala.wordpress.com/2008/12/20/dive-li-almanyaye-lobiya-kurd-pes-bikeve

Startseite | Sitemap | Impressum